Di helbestê da zimanê Huseynî

Bi darbeyên leşkerî, zilma kemalîstan, cîhadîst û îslamîstan civak hat şikandin û leystikek mezin li ser gelê kurd hat meşandin. Ne tenê li Kurdistanê kevir ji cihê xwe dileqiyan, li her devera cîhanê guhertinên radîkal destpêdikir. Piştî şerê Cîhan a Duyem bi hişê pozîtîfbûnê pêşva çûn her der dagirkiribû. Heta destpêka salên heftan/70an ev pergal meşiya. Destpêka salên nodî/90î bo civakan şikestiyên tûj derket meydanê. Li welatên Balkanî şerên navxweyî û etnîkî, perçebûna Sovyetê, hilweşandina Dîwarê Berlînê, danûstandinên li ser sîstema kapîtal û bi wiya re teknolojiya bilind têkîlî/ragihandin-komunikasyon xwe gihiştand astek din. Pergala li ser esasa kapîtalîzmê û daxwaza dinyayek li ser lingek meşandin her tişt serûbin kir.

Bi guhertina dînamîkên nû di serî da bandora xwe li ser civak û hunera Ewropayê destnîşankir. Li qitaya Ewropayê bi çandên cur bi cur gomlekê xwe nû dikir. Li Kurdistanê meseleya hebûnê-nasnameyê êdî li ser sehneya cîhanê bû. Teşeyên bi têkîliyên kevnarî, hemwelatîbûn-azadî-serbestî, nêrîna ferdbûn, di navbera subjektîvîtan da kirdebûn, bi van dînamîkan bêşik ziman jî ewê para xwe bistanda. Dawiya salên nodî/90 destpêka salên du hezarî/2000 ev guhartina li ser ziman xwe xurt kir û encamên wê xwe di berheman da destnîşan dikir. Vêga em vegerîn salên heftan/70an heta salên heştî/80î ku enerjiya ku di nav civakan da kom bibû -negatîf- destpêka salên nodî înşa kir. Hilweşandin û guhertinên radîkal me dibe destpêka salên 2000î. Jixwe nifşek xwe temam bike sî sal divê derbas bibe.

Bivênevê hem civak hem jî ferd di bandora guhertinên radîkal da di asta bêheviyê, armancek belawela, bêpişt di nav valahiyek de vegeriya hindirê xwe. Tiştê herî taybet jî helbestên wî demê “vegerandina xwe” bû. Zimanek kodî bi metaforan vekişandina hêlîna xwe bû û li ser cîhanê bayê xwe diweşand. Lê wêjeya me wek serdestên wêjekar yanî ji cîhe xwe yê konforî venegeriyan hindirê xwe -jixwe cihek ne konfor jî tinebû. Çimkî ne wext hebû ne jî dem li benda me bû. Rêyek hebû li pêşiya nifşên 80î têkoşîn-têkoşeriya azadiya civakê re welatek biserxwe va dihat girêdan, dihat xwestin, dihat hêvî kirin. Ji bo wê Huseynî di pencereya xwe ya kişestî da meseleya xwe ya nasnamê û hebûnê bang dikir. Bi guhertina dinyaya nû zimanê ku Huseynî daye pêşiyê zimanek herikbar, zelal û xwe spartiye rîtma klasîke. Hêma kirinen helbestkar pir-dengî, metaforên wî jî ji male bû. Bi hevîrê malê re nanê çarşiyê pijandiye.

Berhemên Giştî-IIyan de helbestên sê pirtûkan em dixweynin. Helbesta ewil yanî pirtûka me ya 12an bi navê “Sibehên Dûr Şevên Nêzik” ji 198 beşan pêk tê. Helbestek gelek dirêj û nivîsakar beş bi beş çûye ser derd û kulê xwe. Her beş bi beş a din va hatibe girêdan jî di navbera beşan da valahiyek xurt carcarna serî derdixe. Helbesta me hesretek hêma dike li pey çûndinek dilorîne. Kirdeya helbestê keçikek e. Em baş fem dikin ku kirdeya me sembolek e û ji welatê. Sembola jinên têkoşer û berxweder e. Di şexse kirde da şoreşa jinên kurd honandiye. Welat, azadî, serbestbûn û li dijî dijminan kirde bi vegotina helbestkar berxwedanek xurt dide û dikive nav efsuna refên azadiyê. Bi lewbandina piştî çûndinek ev risteyan ji me re dibê merheba; “Lê êşa şehîdên min û goristanên welatê min/bi sorgulên destê te kêfxweş dibin”.

Ev helbesta dirêj ontolojîke, hebûnek bi çûndinek hatiye ser ziman, hebûna kirdeya me biçûndinê ve destpêdike. Çûndinek bêveger, piştre hebûn xwe neqiş dike; “Kujerên te xwe di bêrîkên şevê de vedişartin”, “min hemî pencereyên xewnê ji azadiya te re vedikirin”, “Hibira te ya pîroz ji dilê min dinuqute”. Ev risteyên ku me ji beşên cuda xwend jiyana ku tê meşandin û ji jiyana me perçeyek dider. Têkîliya helbestkar û mîtê jî gelek xurt e. Felsefeya Yewnanîstana antîk/kevn û mîtolojiya Mezopotamyayê di berhemên wî da cihek fireh digre. Têkoşîna kirdeyên ku di berheman da dide nasandin bi sembolên li ser axa Kurdistanê va hatiye neqişkirin; şewq û feyza şexsên dîrokî li ser wan bar kiriye. Hêz û serkeftinên wan; çi serketî çi bo cezakirina wan bi zimanek sergirtî honandiye. Pişta kirdeyan xwe spartiye dîroka têkoşeriye. Kobanê, Amed, Qamîşlo, Amûdê, Mahabad, Cîzra Botan û hwd.

Helbestkar çiqas xwe spartibe lîrîzmê û xiyalan jî ji rastiya xwe wergirtiye û ji rastiya hemwelatiyên xwe qet veneqetiye. Meseleya helbestkar û helbestê hev par in. Em leqaye helbestek wisa tên: çaxê barê welat ji pişta xwe deyne û bimeşe helbesta wî ewê bixeyde û ji xwe bikeve. Ger barê helbestê deyne û bimeşe ewê helbestkar ji xwe bikeve û di nav valahiyek da wek bayê gulîstanan welat biweşe û bixeyde. Di navbera şîrikbûna helbestkar da peyamek xurt hatiye dayîn. Hin helbestkar henin hêdî hêdî diçin ser armanca xwe. Bol bol diafîrinin. Bêtirs dicerîbinin. Rêya ku jê re mîras û mîrat maye xwe jê kêm nahêle; di ser da jî rê li ber nifşên ewê bên re vedike û destnîşaniyê dike. Deng û dil di bêjinga sebrê û hiş da niqut niqut derbas bûye.

Îmge û metaforên wan wek xelqê yên zincire bi hevra hatine girêdan. Tu bikî nekî leqayê îmgeyên wan ên sereke dibînî: AZADÎ. Zêde zêde li ser peyaman xwe bi cîhkirina helbestê kor û lal dike, bêhna wê teng dike. Serdema helbest-kar peyam û soz bû. Wate û rîtîm bêhna ziman fireh dike. Astengiya nake û her ku diçe êdî wate şopa xwe bi hêz dike. Heta helbesta dawî jî dem bi demê re reng bi sembolan va hatiye guhartin. Çiqas li derdora “tişt/an” hatibe geradin kiras li ser kirasan dabe dirûtinê jî li ser mijara hebûn û nebûnê da asê maye. Çimkî meseleya helbestkar ji ev e. Di dil û hişê xwîneran da derzan veke û di nav wan derzan da meseleya hebûnê û hîçbûnê fireh dike û ev karê ku meşandiye bi hostetî û xweş li dar xistiye. Çawa ku serkeftin tê pîroz kirin ewqas binketî jî tê şermazekirin. Şermazekirina dîrokê ne hîçkirine dîsa zayîne dîsa rabûne bo kirdeyan.

Hevoka Dostoyevskî ku li ser Gogolê anîbû ser ziman binêrin dibêje; “Em hemû ji Paltoya Gogol derketin.” Vegerînin ser helbesta destpêka nodî/90î û bo lîrîzmê em gelo dikarin bêjin; “Lîrîzma helbesta nodî ji paltoya Ahmed Huseynî derketiye?”. Lîrîzma Huseynî bi xweserbûna xwe mohra xwe li ser wêjeya kurmancî xistye. Zayîna helbestan bêguman ji hev derdikeve û dibe wek fêrbûna jiyanê yan hal û hereketên ku di destpêke da em teqlît dikin. Me bo lîrîzma Huseynî bandora wiya li ser helbestkarên nifşên nû diyar e. Bo wêjeya klasik jî em dikarin bi dilek rihet diyar bikin; “Lîrîzma Edebiyata Klasîk ji Medresa Sor derketiye”.

Bêguman helbesta Ehmed Huseynî, li ser helbestkarên binxet û serxet bandorek ava kir. Îro helbestên ku tê nivîsandin mixabin lîrîzmek şilopilo bêhtir tê dîtin. Teqlît -ê Sokrates ku diyar dike- jî heta cihek dikare barê wê hilgire. Rêya helbestê dûr û dirêj e, wek helbesta Huseynî. Rêya ku helbestkar tê da meşiyaye kêm zêde diyar e, di kîjan zehmetiyan da derbas bûye li orteyê, çawa ast bi ast xwe gihandiye van rojan eşkere ye. Sebir ji xwe bawerbûn û têqez xwendinek nirxî û rexneyî pêwîst e. Huseynî di jiyana xwe da dibe ku fêkiyên helbesta xwe îro bi dilê kom nekiribe lê ji bo paşeroja me niqaşek û rêberiyek ji nifşên bên re hişt. Peyvan bi zanayî bikaranî li ser fikirî, sekinî, paş û pêş a xwe tehlîl kir û di qada helbesta cîhanê da çi diqewimî jê haydar bû. Bi zimanên biyanî xwend û dewlemendiya peyvên wî di berhemên wî da wek ava zelal xwe da nîşand. Dîsa ji Seyda Huseynî re bi lez û bez şîfayê hêvî dikim û li benda berhemên wî ên nû ne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x